Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ligel hejmarek karsaz û veberhênerên Fransî civiya

Hewlêr (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro Înê 17ê Sibata 2023an, di çarçoveya serdana xwe ya Fransayê de, li ofîsa sereke ya Dezgeha Bazirganî ya Kompaniyên Fransî (Mouvement des entreprises de France MEDEF) ya li bajarê Parîsê, ligel hejmarek karsaz û veberhêner û bazirgan û nûnerên çendîn kompaniyên Fransî civiya.

Di civînê de Serokwezîr Mesrûr Barzanî bal kişand ser rewşa giştî ya aboriya Herêma Kurdistanê û çaksaziyên Kabîneya Nehemji aliyê hemecûrkirina aborî û çavkaniyên dahatê û avakirina jêrxaneke bihêz a aboriyê û dîjîtalkirina xizmetguzariyên giştî û pêşkêşkirina hêsankariya pêwîst ji bo veberhênerên navxwe û derve.

Mesrûr Barzanî kompaniyên Fransî han da ku zêdetir veberhênanê li Herêma Kurdistanê bikin, ji vî alî ve Serokwezîr amadehiya hemû alîkarî û hevahengiyên pêwîst ên Hikûmeta Herêma Kurdistanê nîşan da.

Di dawiya civînê de, kesên amadebûyî çendîn nêrîn û têbînî û raspardeyên xwe bi arasteya pêşvebirina veberhênan Fransî li Herêma Kurdistanê pêşkêş kirin û Serokwezîr Mesrûr Barzanî bersiva pirs û têbîniyên beşdarên civînê da.

 

65
6
76