Aborînas: Tenê ji bo dubare avakirina bajaran zêdetir ji 100 milyar dolar pêwîst e

kurdistan24.net

Enqere (K24) – Li Tirkiye û Bakurê Kuridistanê erdheja ku bûye sedema mirina bi dehhezaran kesî zirarên wê yên aborî jî roj bi roj zêde dibe. Li gorî aborînasan tenê ji bo ji nû ve avakirina bi dehan bajaran ji 100 milyar dolarî zêdetir pere pêwîst e û ev erdhej dê bi milyonan bêkaran jî bi xwe re bîne.

Erdhejên ku li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê qewimîne, wêraniyeke mezin li pey xwe hiştiye. Erdhejên bandor li ser 11 bajaran kiriye di wan bajaran de pergala binesaziyê bi temamî têk biriye. Bi boçûna Wezîrê Hawirdor û bajarvaniyê ya Tirkiyê di dema erdhejê de 33 hezar û 140 avahî hilweşiyane û lazime li wan 10 bajaran jî 90 hezar 609 avahî bên rûxandin. Li gel vê yekê ev bajarên ku erdhej lê çibûne navendên çandinî û hilberînê yên Tirkiyê ne.

Pipsorên aboriyê diyar dikin ku ji bo ji nû ve avakirina van bajaran bi milyaran dolar pêwîste, pîşesazî û çandiniya Tirkiyê jî zirar dîtiye.

Pisporê Aboriyê Doç. Dr. Alî Oguz Dîrîoz ji K24ê re got: “Mixabin em dikarin behsa bi sed milyaran dolar bikin ku zirar gihaye Tirkiyê. Kargeha Tirkiyê ya herî mezin ya hêsên û pola ya Îskenderûnê temamî rawestiya ye. Tenê ji bo ji nû ve çêkirina binesazî û kargehên dewletê herî kêm 85 milyar dolar pêwîst e. Herwiha ji sedî 10ê dehata aboriya Tirkiyê û ji sedî 14ê hilberîna çandiniyê li wan bajaran tê dabînkirin. Bê gûman kerta hilberîn, çandinî û pîşesaziyê zirarek mezin dîtiye û bi giştî heta niha 100 milyar dolarî zêdetir zirarek gihiştiye aboriya Tirkiyê.”

Her wiha aborînas balê dikşînin ser vê yekê ku bi milyonan welatiyan bajarên xwe terikandiye û ew yek jî dê bi milyonan bêkaran bi xwe re bîne û hilberînê lawaz bike.

Aborînas Musa Ceylan dibêje: “Erdhejê tenê zirar li ser avahî û karhegan nekiriye li ser çavkaniyên mirovî jî zirareke mezin çêkiriye. Bi dehhezaran endezyar û xebatkaran canê xwe ji dest dane. Herwiha niha bi milyonan welatiyan bajarê xwe terikandine û ev yek jî dê bi xwe re bi milyonan bêkaran bîne. Meraşa nevenda hilberîna tayê pembû temamî têk çûye. Ev yek dê bandorê li Denîzlî, Stenbol û Bursayê bike di warê hilberîna cil û bergan de. Di çend meh şûn de em ê bandora van erdhejan di her warên jiyanê bîbînin.”

Li gel van geşedanan li gorî raporta Banqeya cîhanî ya sala 2021an ji bo ku li tevahiya Tirkıyê û Bakurê Kurdistanê avahî bên saxlemkirin pêwîstî bi 465 milyar dolaran heye û li Tirkiyê niha nêzî 7 milyon avahî hene ku bên sexlamkirin. Herwiha li gorî banqeya veberhêanaê ya Amerîkayê JP Morganê heta niha zirara erdhejê li ser dahata netewî ya Tirkiyê 25 milyar dolar e.