Hikûmeta Demkî: Herêma Kurdistanê yekem alî bû bi hawara bakurê Sûriyê ve hat

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Aboriyê di Hikûmeta Demkî ya Opozîsyona Sûriyê de spasiya gel û Hikûmeta Herêma Kurdistanê dike ku ji rojên destpêkê bi hawara ziyandîtiyên erdheja bakurê Sûriyê hatin û alîkarî şandin.

Wezîrê Aboriyê di Hikûmeta Demkî ya Opozîsyona Sûriyê de Ebdulhekîm El-Misrî di girtevîdyoyekê de ku ji K24ê re hat şandin, tê de spasiya gel û Hikûmeta Herêma Kurdistanê alîkarî şandin herêmên ku erdhej lê rû dane û bersiva hawara ziyandîtiyan dan.

Ebdulhekîm El-Misrî got: “Şeva borî me karwaneke alîkariyan ji Herêma Kurdistanê wergirt, bi navê Hikûmeta Demkî û gelê Sûriyê em spasiya gel û hikûmeta Herêma Kurdistanê, Hikûmeta dikin ku ji destpêkê ve piştevaniya ziyandîtiyên erdhejê li bakurê Sûriyê kirin.”

Her wiha tekez kir: “Herêma Kurdistanê yekem alî bû ku alîkarî ji ziyandîtiyên erdhejê li Bakurê Sûriyê re şandin. Ji ber bersivdana wan a bilez spasiya wan dikim. Em pêşketin, geşpêdan û aramiyê ji Kurdistanê re hêvî dikin, wan  alîkariya me kir, moralên me bilind kirin û êş û azarên me me sivik kirin.”

Hikûmeta demkî ya opozîsyona Sûriyê, hikûmeteke alternatîf a Sûriyê ye û ji sala 2013an ve ji aliyê komên opozîsyon û Hevpeymaniya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê (Îtîlafê) ve hatiye avakirin, saziyên vê hikûmetê jî li bakurê Sûriyê û herêmên Rojavayê Kurdistanê yên ji aliyê Tirkiyê û grûpên çekdar ve hatine dagîrkirin hene.

Piştî erdhejên 6ê Sibata 2023an,  gelek xanî û avahi li bakurê Sûriyê û herêma Efrînê hilweşiyan û li gorî dawî amaran, zêdetir ji 4 hezar û 200 kesan canê xwe ji dest dan. Herêma Kurdistanê û Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî wek yekem alî, alîkariyên xwe roja 10ê Sibatê gihandin herêma Efrînê.