Mûsa Ehmed: Rewaş Efrînê pêwîst dike em lê bimînin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî Mûsa Ehmed radigihîne, “Ji bilî karesata erdhejê, rewşa Efrînê ya aborî gelekî xirap e ku pêwîst dike em lê bimînin.”

Serokê Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî Mûsa Ehmed ji K24ê re ragihand, karesata erdhejê gelek ziyanên canî û madî li piştî xwe anîn û karesata rû daye ji karîna me mezintir e, lê hebûna me ji rojên destpêkê ve, bandoreke wê ya mezin li ser wan navçeyên ku erdhejê lê rû daye û ziyandîtinên wê karesatê hebû.

Derbarê gihîştina tîmên Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî bo Efrînê de, Mûsa Ehmed got: “Xelkê Efrînê ewqas dilxweş bûn ku hatin ser rêyan pêşwazî li me kirin û gotin, alîkariyên xwarin û kelûpelan ji me re ne giring in, bi qasî hebûna we li Efrînê di vê rewşa de li kêleka me.”

Derbarê Bakurê Kurdistanê de jî Serokê Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî got: “Dibe ku sed sal be ku ewqas Kurdên Bakur şanazî bi nasnameya xwe nekiribin, wek çawa di van çend rojan hest pê kirine. Xelkê her digotin em Kurd û Kurmanc in.”

Her wiha da zanîn jî, alîkarî û hevkariyên Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî li Bakur û Rojavayê Kurdistanê û bajarên din ên Tirkiyê dê berdewam bin û ew ê di karînên wan de be, dê pêşkêş bikin.

Derbarê vekirina Baregeha Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî li Efrînê de, Mûsa Ehmed got: “Em saziyeke mirovî ya navdewletî ne, em biçin kû derê, em pêwendiyê ligel rêveberiya wê herêmê dikin. Ya giring ji me re ew e, ku em xwe bigihînin kesên ku pêwîstiya wan hevkariyan heye û em her rêyekê digirin ta ku li cem wan bimînin. Niha roj bi roj kar û sîstema dabeşkirina alîkariyan standardtir dibe.”

Her wiha got: “Efrîn, babeteke gelekî giring e, ji ber ku ji bilî karesata erdhejê, rewşa wê ya aborî gelekî xirap e ku pêwîst dike em kêleka wan bimînin. Em dixwazin bibin pireyeke bihêz a pêwendiyê di navbera Kurdistaniyan û Efrînê de û di navbera saziyên navdewletî û Efrîniyan de.”