AFAD: Hejmara qurbaniyên erdhejê gihîşt 41 hezar û 156 kesan

Serokê Serokatiya Rêveberina Rewşa Bilez û Karesatan (AFAD) Yunus Sezer ragihand, heta niha di erdhejan de ku navenda wê parêzgeha Mereşê ye, 41 hezar û 156 kesan canê xwe ji dest dane.

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Serokatiya Rêveberina Rewşa Bilez û Karesatan (AFAD) Yunus Sezer ragihand, heta niha di erdhejan de ku navenda wê parêzgeha Mereşê ye, 41 hezar û 156 kesan canê xwe ji dest dane.

Li 11 bajarên ku bandora erdhejê li wan bajaran çêbû, Serokê AFADê Yunus Sezer îro Yekşemê 20ê Sibata 2023an amarên herî dawî yên qurbaniyan ragihand.

Yunus Sezer eşkere kir: “Mixabin di erdhejê de heta niha 41 hezar û 156 kesan canê xwe ji dest dane. 35 hezar û 250 karmendên lêgerîn û rizgarkirinê piştgirî dan xebatan. Niha 19 hezar karmendên lêgerîn û rizgarkirinê dixebitin. Li herêmê zêdetirî  250 hezar karmend kar dikin. Niha 15 hezar û 250 makîneyên kar dixebitin. 78 balafir û 116 helîkopter karên xwe berdewam dikin.”

Ji ber erdheja roja 6ê Sibatê, li 11 bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê bi hezaran avahî hilweşiyan û zêdetirî 2 milyon kesan bo bajarên din koç kirin.

AFADê roja Yekşemê 19ê Sibatê ragihand ku piştî erdheja Mereşê 6 hezar û 212 paşlerze qewimîne.