Encamên ziyanên canî yên erdheja şeva borî hatin aşkerekirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Di erdhejên şeva borî yên Hetayê de, 4 kesan li Tirkiyê û 4 kesên din li Sûriyê canê xwe ji dest dan û nêzîkî 800 kesên din jî birîndar bûn.

Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez (AFAD) ragihand, duhî 20ê Sibata 2023an di demjimêr 20.04 xulekan de erdhejek bi hêza 6.4 pile li pîvera Rîchterê li navenda navçeya Defeneyê ya Hatayê rû da û li pey wê jî li navçeya Samandagiyê di demjimêr 20.07 xulekan de erdhejeke din bi hza 5,8an çêbû.

Li gorî Wezîrê Tenduristiyê yê Tirkiyê Fahrettîn Koca, di encamê de 4 kesab canê xwe ji dest dane û 294 kes jî birîndar bûne, rewşa 18 birîndran jî giran e.

Piştî her du erdehjan, Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu çû bajarê Hatayê û ragihand, di erdhejê de 3 avahî hilweşyane û xebatên lêgerîn û rizgarkirina welatiyan berdewam e.

Erdhejê herêma Efrînê û hin navçeyên Sûriyê hejandin û hejmarek avahî bi temamî yan beşek ji wan li bajarokê Cindirêsê û li parêzgehên Heleb û Hemayê hilweşiyan.

Li gorî zanyariyên Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan, di encama ketina kevirên avahiyan, ketin, stres û tirsê de, 4 kesan canê xwe ji dest dan û zêditir ji 500 kesên din birîndar bûn.

Her ji ber metirsiya dubare rûdana erdhej û paşlerzeyan, piraniya xelkê bajarên Bakur û Rojavayê Kurdistanê, Tirkiye û Sûriyê şeva xwe li ser kolanan û di otomobîlan de derbas kirin.

Ev erdhej piştî wê tê, Sibeha roja 6ê Sibata 2023an li navçeyên Pazarcix û Elbîstanê yên parêzgeha Mereşê ya Bakurê Kurdistanê 2 erdhejên bi hêza 7,7 û 7,6 rû dabûn. Ji ber erdhejê li Bakurê Kuristanê û Tirkiyê, 41 hezar û 156 kesan canê xwe ji dest dane. Li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê jî, 6689 kesan canê xwe ji dest dane.