Almanyayê 22 milyon Euro alîkarî pêşkêşî ziyandîtiyên erdhejê yên li bakurê Sûriyê kir

Hikûmeta Almanyayê 22 milyon Euro ji bo alîkariya ziyandîtiyên erdhejê, pêşkêşî rêxistinên li bakurê Sûriyê kir.
Idlib
Idlib

Navenda Nûçeyan (K24) – Hikûmeta Almanyayê 22 milyon Euro ji bo alîkariya ziyandîtiyên erdhejê, pêşkêşî rêxistinên li bakurê Sûriyê kir.

Şanderê Almanya yê ji bo Sûriyê Stefan Schneck li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand, Almanya 22 milyon Euro pêşkêşî rêxistinin nehikûmî yên bi hawara ziyandîtiyên erdhejê ve diçin, kiriye.

Stefan Schneck eşkere kiriye ku ew pere dê ji bo peydakirina xwarin, av, çadir û rakirina paşmahiyên were xerckirin, herwiha ji bo peydakirina rûberekî ewle ji bo jinên ku ji erdhejê ziyan dîtine.

Schneck diyar kir ku alîkariyên wan ên mirovî ji bo ziyandîtiyên erhejê yên li Sûriyê zêde bûne û heta niha, wan 50 milyon Euro ji bo alîkariyê pêşkêş kirine, herwiha tekez kir ku alîkariyên wan dê berdewam bin.