Mesrûr Barzanî ji bo parastina zimanê Kurdî çend biryarên girîng der kirin

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di Roja Zimanê Dayîk ê Cîhanî de du biryar derbarê zimanê Kurdî de der kirin.

Hewlêr (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di Roja Zimanê Dayîk ê Cîhanî de du biryar derbarê zimanê Kurdî de der kirin.

Îro Sêşemê 21ê Sibata 2023an, ku Roja Zimanê Dayîk ê Cîhanî ye, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî derbarê girîngîdana zimanê Kurdî de du ferman der kirin.

Di fermana yekem de hatiye, ji bo girîngîdana bi zimanê Kurdî wek zimanê dayîk, "me biryar da bi raspartina herdu Wezareta Xwendina Bilind û Lêkolîna Zanistî û Wezareta Perwedehiyê bi hevahengiyeke ligel akademiya Kurdî û şareza û pisporên vî warî, bi amadekirina programeke guncaw a fêrbûna zimanê Kurdî ji bo wan welatiyên biyanî yên bi mebesta karkirinê, li Herêma Kurdistanê niştecî ne".

Di fermana duyem de Serokwezîr Mesrûr Barzanî hemû wezaretan raspartiye ku li gor zimanên fermî li Herêma Kurdistanê/Iraqê ya hejamra 6 a 2014an, ji bo parastina zimanê Kurdî wek zimanê sereke li Herêma Kurdistanê, karê pêwîst encam bidin ji bo nivîsîna tabloyan bi zimanê Kurdî li hemû sazî û fermangehên hikûmî û nehikûmî, nivîsingeh û nûnertî û konsulgeriya welatan, rêxistinên biyanî û kompanî û saziyên sektora taybet.

Herwiha di biryara Serokwezîr de hatiye, li hotel û cihên geştyariyê û restorantan, divê girîngî bi zimanê Kurdî were dayîn û lîsteya xwarin û rêber û rênimayan, bi zimanê Kurdî jî hebe.