Wezîrên Navxwe û Derve yên Almanyayê serdana Mereşê kirin
Mereş (K24) - Wezîra Karên Derve ya Almanya Annalena Baerbock û Wezîra Karên Navxweyî ya Almanya Nancy Faeser serdana Pazarcix a Mereşê kirin û çûn serdana konên ku ji bo mexdûrên erdhejê hatine vedan.
Di çarçoveya nîşandana piştgiriyê bo mexdûrên erdhejên Mereşê de, Wezîra Karên Derve ya Almanya Annalena Baerbock û Wezîra Karên Navxweyî ya Almanya Nancy Faeser serdana Pazarcix a Mereşê dikin kirin ku Pazarcix navenda erdheja mezin a yekem a pile 7.7 bû.
Wezîrên Almanî ji aliyê Parêzgarê Kirikkaleyê Bulent Tekbiyikoglû û Şaredarê Pazarcixê Îbrahîm Yilmazcan ve hatin pêşwazîkirin û derbarê rewşa dawî ya Pazarcixê de hatin agahdarkirin.
Wezîrên Almanî li Pazarcixê serdana welatiyên di konan de dimînin kirin û paşê jî çûn kona ji aliyê Rêxistina Tendirustî a Cîhanî ve hatiye vedan û li vê derê jî derbarê xebatên tendirustiyê de agahî ji peywirdaran wergirtin.
Almanyayê biryar dabû ku ji bo mexdûrên erdhejê di warê wergirtina vîzeyê de jî karhêsaniyê bike.