YE: Ji bo gihandina alîkariyên mirovî bo Rojava û Sûriyê hêsankarî dê were kirin

Rêxistinên alîkariyê pêwîst nake beriya gihandina alîkariyan, endamên Yekîtiya Ewropayê ji saziyên pêwendîdar ên navdewletî destûrê werbigrin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Yekîtiya Ewropayê ragihand, ji bo gihandina alîkariyên mirovî bo Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê, hêsankarî dê were kirin ku rêxistinên alîkariyê pêwîst nake beriya gihandina alîkariyan, endamên Yekîtiya Ewropayê ji saziyên pêwendîdar ên navdewletî destûrê werbigrin.

Li gor daxuyaniya Encûmena Yekîtiya Ewropayê, sizayên li ser Sûriyê, gihandina alîkariyên xurek, derman û alavên bijîşkiyê li xwe nagire û ew siza, sîstema tendirustiyê ya Sûriyê armanc nake.

Di daxuyaniyê de hat eşkerekirin, Encûmena Yekîtiya Ewropayê ji bo ku alîkariyên mirovî bilez bigihin ziyandîtiyan, biryar daye ku guhertinekê pêk bîne û bi vê guhertinê, endamên Yekîtiya Ewropayê pêwîst nake ku ji saziyên pêwendîdar ên navdewletî, ji bo gihandina kelûpel û xizmetên mirovî, destûrê werbigrin.

Herwiha di daxuyaniyê de hat eşkerekirin ku ev guhertin ji bo dema şeş mehan hatiye pêkanîn.