Zelensky: Îsal dê bibe sala serkeftina me

Piştî salekê ji destpêkirina şerê Rûsya û Ukraynayê, Serokê Ukraynayê Volodimir Zelensky ragihand, îsal dê bibe sala serkeftina wan.

Navenda Nûçeyan (K24) – Piştî salekê ji destpêkirina şerê Rûsya û Ukraynayê, Serokê Ukraynayê Volodimir Zelensky ragihand, îsal dê bibe sala serkeftina wan.

Serokê Ukraynayê Volodimir Zelensky ragihand, bi milyonan xelkê Ukraynayê salek beriya niha, biryara şer dan, ne ku xwe bidin dest.

Volodimir Zelensky diyar kir, Rûsyayê wisa bawer dikir ku di nava 3 rojan de Ukrayna têk biçe, lê belê gelê Ukraynayê şer kir û ew ê hemû wan kesan têk bibin ku dixwazin serweriya Ukraynayê bişkinîn.

Zelensky destnîşan kir, 24ê Sibata sala borî, ji bo wan roja herî dijwar bû, ji wê rojê ve, wî biryarên giran dane û xwe ji bo berevanîkirina welat û neteweya xwe terxan kiriye.

Roja 24ê Sibata 2022an, bi fermana Serokê Rûsyayê Vladimir Putin êrîşî axa Ukraynayê hat kirin û ji ber şer bi hezaran kes ji serbaz û welatiyan hatin kuştin û bi milyonan xelkê Ukraynayê jî awareyî welatên Ewropayê bûn, heta niha jî ew şer berdewam e.