Li Silêmaniyê konferansa zanistî ya zimanê Kurdî birêve diçe

Li bajarê Silêmaniyê îro Şemiyê 25ê Sibata 2023an, bi dirûşma "Ziman Bingeha Afirandina Netewe ye", konferansa zanistî ya zimanê Kuridî birêve diçe.

Silêmanî (K24) – Li bajarê Silêmaniyê îro Şemiyê 25ê Sibata 2023an, bi dirûşma "Ziman Bingeha Afirandina Netewe ye", konferansa zanistî ya zimanê Kuridî birêve diçe.

Peyamnêrê Kurdistan24ê yê li Silêmaniyê Hawjîn Cemal ragihand, birêveçûna vê konferansê di çarçoveya çalakiyên Roja Cîhanî ya Zimanê Dayîk de ye û hejmarek mamosteyên zanîngehan û lêkolîner tê de beşdar in.

Serperiştyarê Konferansê Şaxewan Sidîq ji Kurdistan24ê re ragihand: “Em wek Dezgeha Kerîmî Eleke du sal in bi boneya 21ê Sibatê Roja Cîhanî ya Zimanê Dayik çalakiyan encam didin û vê rojê pîroz dikin.”

Şaxewan Sidîq destnîşan kir, di konferansa îro de çend panel hene, tê de behsa rola ziman di mijara netewî û zindîbûnê de tê kirin.

Sidîq herwiha eşkere kir, ji bilî li Herêma Kurdistanê, wan hewl dane lêkolînerên ji parçeyên din ên Kurdistanê jî beşdarî vê konferansê bibin, lê belê nekarîne, loma bi rêya vîdeo û online, dê beşdar bibin û peyamên xwe bigihînin.

Roja Sêşemê 21ê Sibata 2023an, ku Roja Cîhanî ya Zimanê Dayik e, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî derbarê girîngîdana zimanê Kurdî de du ferman der kirin.

Di fermana yekem de hatiye, ji bo girîngîdana bi zimanê Kurdî wek zimanê dayîk, "me biryar da bi raspartina herdu Wezareta Xwendina Bilind û Lêkolîna Zanistî û Wezareta Perwedehiyê bi hevahengiyeke ligel akademiya Kurdî û şareza û pisporên vî warî, bi amadekirina programeke guncaw a fêrbûna zimanê Kurdî ji bo wan welatiyên biyanî yên bi mebesta karkirinê, li Herêma Kurdistanê niştecî ne".

Di fermana duyem de Serokwezîr Mesrûr Barzanî hemû wezaretan raspartiye ku li gor zimanên fermî li Herêma Kurdistanê/Iraqê ya hejamra 6 a 2014an, ji bo parastina zimanê Kurdî wek zimanê sereke li Herêma Kurdistanê, karê pêwîst encam bidin ji bo nivîsîna tabloyan bi zimanê Kurdî li hemû sazî û fermangehên hikûmî û nehikûmî, nivîsingeh û nûnertî û konsulgeriya welatan, rêxistinên biyanî û kompanî û saziyên sektora taybet.

Herwiha di biryara Serokwezîr de hatiye, li hotel û cihên geştyariyê û restorantan, divê girîngî bi zimanê Kurdî were dayîn û lîsteya xwarin û rêber û rênimayan, bi zimanê Kurdî jî hebe.