Parêzgarê Hewlêrê: Ji karsazan re mehek dem tê dayîn ta ku tabelayên xwe bikin Kurdî

Navenda Nûçeyan (K24) – Parêzgarê Hewlêrê hilmeteke niştimanî radigihîne û mehekê wek dem dide karsazan ta ku tabelayên xwe bi kurdî bikin.

Parêzgarê Hewlêrê Omêd Xoşnaw îro 25ê Sibata 2023an di konferanseke rojnamevanî de ragihand, “Me li parêzgeha Hewlêrê kampanyayeke niştimanî ragihandiye ku divê tabelayên dikan û cihên bazirganiyê bi Kurdî bin.”

Da zanîn jî, heta 1'ê Nîsanê dem ji karsazan re heye ku tabelayên xwe bikin bi Kurdî, di pişt re jî ew ê pabend nebe, dê rênimayên pêwîst li hember wan bên girtin.

Xoşnaw got: Pêwîst e medya û rewşenbîr jî girîngiyê bidin zimanê Kurdî û vê kampanyaya niştimanî.

Derbarê xwaringeh û cihên geştiyariyê de jî Parêzgarê Hewlêrê got: “Divê xwaringeh û cihên geştyarî lîsteyên xwarinê (menu) wergerînin kurdî, eger nebe jî dê li dijî wan rênima bên girtin.”

Roja Sêşema borî 21.02.2023an Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi boneya Roja Cîhanî ya Zimanê Dayik du fermanên taybet bi giringîpêdana bi zimanê Kurdî derxistin.

Di fermana yekem de hatiye, ji bo girîngîdana bi zimanê Kurdî wek zimanê dayîk, “me biryar da bi raspartina herdu Wezareta Xwendina Bilind û Lêkolîna Zanistî û Wezareta Perwedehiyê bi hevahengiyeke ligel akademiya Kurdî û şareza û pisporên vî warî, bi amadekirina programeke guncaw a fêrbûna zimanê Kurdî ji bo wan welatiyên biyanî yên bi mebesta karkirinê, li Herêma Kurdistanê niştecî ne.”

Di fermana duyem de Serokwezîr Mesrûr Barzanî hemû wezaretan raspartiye ku li gor zimanên fermî li Herêma Kurdistanê/Iraqê ya hejamra 6 a 2014an, ji bo parastina zimanê Kurdî wek zimanê sereke li Herêma Kurdistanê, karê pêwîst encam bidin ji bo nivîsîna tabloyan bi zimanê Kurdî li hemû sazî û fermangehên hikûmî û nehikûmî, nivîsingeh û nûnertî û konsulgeriya welatan, rêxistinên biyanî û kompanî û saziyên sektora taybet.

Herwiha di biryara Serokwezîr de hatiye, li hotel û cihên geştyariyê û restorantan, divê girîngî bi zimanê Kurdî were dayîn û lîsteya xwarin û rêber û rênimayan, bi zimanê Kurdî jî hebe.