Otomobîlek li nava bajarê Hesekê teqiya

Navenda Nûçeyan (K24) – Otomobîlek li nava bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê teqiya û li gorî zanyariyên destpêkê, 3 kes birîndar bûn.

Jêderekî xwecihî ji bajarê Hesekê ji K24ê re got, otomobîlek li taxa Kellasê ya bajarê Hesekê teqiya û hêzên ewlehiyê û ambulans gihîştin cihê teqînê.

Ji aliyê xwe ve, Navenda Ragihandinê ya HSDê di daxuyaniyekê de belav kir, teqîn ji encama teqîna bombeyekê bi wê otomobîlê de bûye.

Da zanîn jî, şervanekî HSDê û 2 kesên sivîl di encama teqînê de birîndar bûne ku yek ji wan jineke 70 salî ye.

Navenda Ragihandinê ya HSDê got jî, lêkolîn derbarê vê teqînê de ji aliyê yekîneyên wan ve dest pê kiriye.