Tirkiye otomobîleke çekdarên YBŞê li Şingalê bombebaran dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Droneke artêşa Tirkiyê otomobîleke çekdarên Yekîneyên Berxwedana Şingalê (YBŞ) li Şingalê bombebaran kir û di encamê de 3 kes hatin kuştin.

Dijeterora Kurdistanê îro 27ê Sibata 2023an belav kir, îro demjimêr 12:10 droneke artêşa Tirkiyê otomobîleke çekdarên YBŞê li komelgeha Xanesorê ya Şingalê bombebaran kir.

Dijeterora Kurdistanê da zanîn jî, di encamê de berpirsekî leşkerî û 2 çekdar hatin kuştin.