100 kes li navendeke "koçberên erdhejê" a Helebê jehrî bûn

Navenda Nûçeyan (K24) – Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan roja da zanîn, li penagehekê li Helebê bêtir ji 100 kesî bi xwarinê jehrî bûn.

Rewangehê got, li navendeke hewandina ziyandîtinên erdhejê ya li taxa Bustan E-Qesir a Helebê, ji 24ê Sibatê û heta roja Duşemê zêdetir ji 100 kesî jehrî bûn û 33 halet ji wan bo nexweşxaneyên Zanîngeh û El-Razî li Helebê hatin veguhestin.

Jêderên bijîşkî diyar kirin, kesên nexweşan hest bi gêjbûn, vereşîn û zikçûnê kirine û ev nîşan jî piştî xwarina xwarinên ku ji wan re hatine pêşkêşkirin, derketine.

Jêderan tekez kirin ku piraniya haletan piştî wergirtina çareseriyên bijîşkî, ji nexweşxaneyan hatine derxistin, di heman demê de jî hin ji wan di bin çavdêriya bijîşkan de ne.

Rewangeha Sûrî li ser zarê jêderan got: “Mana xwarin di çend rojên borî de li ber tîrêjên rojê û bilindbûna pileyên germahiyê, sedema xirabbûna xwarinê bû.”

Ji ber erdhejên vê dawiyê, hejmarek ji avahiyên Helebê bi temamî hilweşiyan û hejmarek mezin jî derz lê ketine, ji ber wê jî beşek ji welatiyên Helebê berê xwe dane penageh û navendên hewandinê.