Bayik: Ne PKK, ne jî Tirkiye dikarin bi rêyên leşkerî pirsa Kurdî çareser bikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Hevserokê KCKê Cemîl Bayik radigihîne, “Ne PKK, ne jî Tirkiye dikarin bi rêyên leşkerî pirsa Kurdî çareser bikin û ji bo çareseriyê divê Amerîka rola xwe bigerîne.”

Hevserokê KCKê Cemîl Bayik bersiva pirsên Peymangeha Aştiyê ya Kurd da û ragihand, şerê 40 salan eşkere kiriye ku ne PKK, ne jî Tirkiye bi rêyên serbazî dikarin bigihin çareseriyê.

Bayik ji bo çareserkirina pirsa Kurdî hêvî ji Amerîkayê kirin û got ku heke Amerîka piştgiriya Tikriyeyê nekiribaya, ne pêkan bû Tirkiye bi tena serê xwe 40 salan şerê PKKê bike, ji ber wê girîng e Amerîka dest ji şaşiyên xwe yên berê berde û ji bo çareserkirina pirsa Kurdî fişarê li Tirkiyeyê bike û rola xwe bigerîne. 

Bayik ji bo destpêkirina pêvajoyeke nû ya çareseriyê, amedebûna partiya xwe jî radigihîne û diyar dike ku eger Amerîka û Tirkiye ji bo çareseriyê viyaneke xurt nîşan bidin, PKK jî amade û dilxwazê çareseriyê ye.

Bayik diyar dike, ji bo destpêkirina pêvajoya çareseriyê pêwîst nake ku Tirkiye gavên mezin bavêjin. Destpêkirina hevdîtinên digel Rêberê PKKê Abdullah Ocalan ji bo destpêkirina pêvajoya çareseriyê, bes e.

Piştî şikestina Pêvajoya Çareseriyê ya sala 2015ê, ev yekemîn car e ku berspirsê herî pilebilind ê PKKyê ev qas bi zelalî û rijdî banga çareserkirina pirsa Kurdî dike. Lê divê bangê de ya bala mirov dikşîne ew e, PKK dixwaze vê carê Amerîka jî di pêvajoyê de cih bigire.

Her wiha ev bang di demekê de ye, Tirkiye ber bi hilbijartineke hestiyar ve diçe ku li wî welatî keşûheweyeke tund a siyasî heye. Lewma zehmet e ku di demeke kurt de bersiveke erenî ya vê bangê hebe.