Futbolîstê Kurd rikaberiya Ronaldo dike

Federasyona Futbolê ya Asyayê (AFC) li ser malpera xwe ya fermî rapirsiyek ji bo destnîşankirina baştirîn futbolîstê meha du yê rojavayê Asyayê belav kir.

Hewlêr (K24) – Federasyona Futbolê ya Asyayê (AFC) li ser malpera xwe ya fermî rapirsiyek ji bo destnîşankirina baştirîn futbolîstê meha du yê rojavayê Asyayê belav kir û tê de navê Futbolîstê Kurd Aso Rustem û Cristiano Ronaldo li teniştê hev hatine.

Federasyona Futbolê ya Asyayê (AFC) ragihandiye, futbolîstên ku namzed kirine ji bo xelata futbolîstê herî baş ê meha du ya îsal, baştirên rojavayê Asyayê ne.

Navên futbolîstê Tîma Şurte ya Iraqî Aso Rustem, futbolîstê Tîma Nesir a Siûdî Cristiano Ronaldo, futbolîstê Tîma Hîlal a Siûdî Odion Ighalo, futbolîstê Tîma Erebî ya Qeterê Umer Some, futbolîstê Tîma Mename ya Behreynê Mehdî Ebdulcebar namzed bûne.