Serokwezîr Mesrûr Barzanî pêşwazî li Serokê Hevpeymaniya Nesir kir
Hewlêr (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li Serokê Hevpeymaniya Nesir Heyder Ebadî kir û tekezî li pêwîstiya çareserkirina kêşeyên Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal li ser bingeha destûrê, kirin.
Îro Çarşemê 1ê Adara 2023an, Serokwezîr Mesrûr Barzanî pêşwazî li Serokê Hevpeymaniya Nesir û Serokwezîrê berê yê Iraqê Heyder Ebadî kir.
Di hevdîtinê de tekezî li pêwîstiya çareserkirina kêşeyên Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal li ser bingeha destûrê hat kirin, ku di berjewendiya hemû pêkhateyên Iraqê de be.
Mijareke din a civînê, gotûbêjkirina li ser çaksaziyên Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê bû di hemû waran de bi armanca avakirina bingeheke bihêz a aboriyê.
Herwiha behsa sûdwergirtina ji derfetan hat kirin ji bo pêşxistina rewşa aboriyê li Iraqê û pêşkêşkirina baştirîn xizmetguzariyê ji bo welatiyan.