Li Diyarbekirê piştî erdhejan bihayê kirêya xaniyan zêde bûne

kurdistan24.net

Navenda Nûçeyan (K24) – Piştî erdhejan li Diyarbekira ku bi hezaran welatî neçar man ji xaniyên xwe derbikevin vê carê jî keysbaziya bihayên kirên xaniyan dest pê kir ku gelek welatiyên dahata wan kêm hem ketina xema xaniyên xwe yên xusar dîtine û hem jî ketine xema peydakirina xaniyek kirê ku têra debara wan bike.

Di encama erdhejên 6ê sibatê de li Diyarbekirê 409 welatiyan jiyana xwe ji dest dan, 20 avahî ruxiyan, 56 avahî divê bi awayeke lezgîn werin ruxandin, 2261 avahî xusarek giran dîtine, 2199 avahî jî wek nîvxusardîtî hatine destnîşankirin. Ji ber vê yekê jî bi hezaran welatî ji neçarî ji malên xwe derketine û li xaniyên kirê digerin lê vê carê jî keybaziya bihayê kirêyên xaniyan dest pê kiriye ku Yekîtiya Jurên Endazyar û Avahîsazan a Tirkiyeyê ya şaxa Diyarbekir bi civînek çapemeniyê bal kêşand ser vê rewşê û bang hate kirin ku saziyên dewletê kontrolek ciddî bikin û xwediyên xaniyan jî dest ji keysbaziyê berdin.

Bevberdevka Tmmob a Lijneya Hemahengiya Bajêr Sorgul Aytek ji K24ê re got: “Ev roj, roja piştgirî û alîkariyê ye lê mixabin ji ber tiştek wisa em hatin hember hev. Mirovên kul i xaniyan digerin ew kes in ku canê xwe winda kirine, malên xwe winda kirine. Divê em bo wan bibin alîkar.”

Welatiyên ku li xaniyên kirê digerin jî balê dikêşin ku li pirraniya bajêr bihayên kirêyan her ku diçe zêdetir dibe û roj bi roj ev yek xwe zêdetir nîşan dide û bang dikin ku çareseriyek bo vê rewşê were dîtin û pêşî liv ê bihabunê were girtin.

Mexdûrê Erdhejê: “Ez xwediyê xanî me, xaniyê min giran xusar dîtiye lê xaniyek kirê peyda nabe ku herim.”

Mexdûrê Erdhejê: “Kirêyên xaniyan gelek giran bune, dest me nakeve. Em mane kolanan.”

Mexdûrê Erdhejê: “Kirêyên xaniyan ji 1 hezarî çune heta 6 hezarî, heta 6 hezarî jî peyda nabe. Xaniyê min xusara giran ditiye û ez dikim û nakim xanî dest min nakeve.”

Serdozgeriya Komarî ya Diyarbekirê ragihand derbarê zêdekirina bihayên kirêyên xaniyan de lêpirsîn hatiye vekirin û Wezareta Dadê jî amadekariya yasayek dike ku ki 2 salan heta 5 salan sizayê girtîgehê bo keysbazan were birrîn.