Maseya Şeşalî: Em derbarê namzetê serokomariyê de gihîştine nêrîneke hevbeş

Tifaqa Millet ku ji CHP, Partiya ÎYÎ, Partiya Seadetê, Partiya DEVA, Partiya Pêşerojê û Partiya Demokrat pêk tê, îro cara 12emîn civiyan.

Navenda Nûçeyan (K24) – Tifaqa Millet ku ji CHP, Partiya ÎYÎ, Partiya Seadetê, Partiya DEVA, Partiya Pêşerojê û Partiya Demokrat pêk tê, îro cara 12emîn civiyan.

Civîna Maseya Şeşalî ku ji bo diyarkirina namzetê Serokomariya Tirkiyê hatin ba hev, îro li navenda Partiya Seadetê pêk hat. Civîna ku di demjimêr 14:00ê de dest pê kir, nêzîkî 5 demjimêr ajot.

Di civînê de biryar hat dayîn ku biryarên îro yên civînê, li navendên partiyan werin gotûbêjkirin û Maseya Şeşalî roja 6ê Adarê car din bicivin.

Maseya Şeşalî piştî civînê daxuyaniyeke hevbeş belav kir û ragihand: “Em wek serokên partiyên ku Tifaqa Milletê pêk tînin, ji bo namzetê hevbeş ê serokomariyê û nexşerêya hilbijartinên Heyama 28emîn a Parlamentoyê û 13emîn Serokomariyê, em gihîştine nêrîneke hevbeş.”

Herwiha hat ragihandin: “Piştî ku serokên giştî, encûmenên pêwendîdar ên partiyên xwe agahdar bikin, ji bo ku daxuyaniya dawî ji raya giştî re were eşkerekirin, em ê di 6ê Adara 2023an de li navenda Partiya Seadetê careke din werin ba hev.”