Li Şingalê sê gorên bi kom têne vekirin

Li Şingalê sê gorên bi kom têne vekirin û tê çaverêkirin ku 40 term tê de hebin.

Hewlêr (K24) – Li Şingalê sê gorên bi kom têne vekirin û tê çaverêkirin ku 40 term tê de hebin.

Îro Şemiyê 4ê Adara 2023an, Peyamnêrê Kurdistan24ê yê li Şingalê ragihand, îro sê gorên bi kom ên dema DAIŞê li gundê Hemedanê yê ser bi qezaya Şingalê têne vekirin.

Peyamnêrê Kurdistan24ê eşkere kir, tê çaverêkirin ku termên 40 welatiyan di nav wan goran de hebin.

Ev di demekê de ye ku heta niha ji 89 gorên bi kom ên welatiyên Şingalê, 38 gor hatine vekirin û rufatên 160 welatiyan bo kesûkarên wan hatine vegerandin.

Herwiha 500 rufatên welatiyan bo Tiba Dadî ya Bexdayê hatine veguhestin, da ku pişkinîna DNA li ser wan were kirin û nasnameyên wan werin eşkerekirin.