Li Kobanê 2 kes di êrîşeke Tirkiyê de birîndar bûn

Navenda Nûçeyan (K24) – Di encama topbarana artêşa Tirkiye de, 2 kesên sivîl li gundekî Kobanê birîndar bûn.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, artêşa Tirkiye gundê Bixdîk ê li rojhilatê Kobanê bi topbaran kir û di encamê de 2 kesên sivîl birîndar bûn.

Her wiha di topbaranê de ziyan gihişt hejmarek xanî, mal û milkên gundiyan.

Roja 1ê Adarê de jî, hêzên Tirkiyê bi çend topên hawinê êrîşî gundên Xerbestan û Goran li rojhilatê Kobanê kiribûn.