Demîrtaş: Em ê bi hev re bi ser bikevin

Navenda Nûçeyan (K24) – Piştî daxuyaniyên duhî yên Seroka Giştî ya ÎYÎ Partiyê Meral Akşener, Hevserokê berê yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş daxuyanî da.

Demirtaş, piştî daxuyaniyên Meral Akşener ên duh di yekemîn nivîsa xwe de nivîsî: “Li HDP'ê guhdarî bikin. Çareserî bi hev re ye. Bi yekîtî û demokrasiyeke xurt, em ê bi hev re bi ser bikevin.”

Demîrtaş got: “Em ê ji duh zêdetir bibin yek, em ê hevdu xurt hembêz bikin. Tu min tune. Em hene û em ê bi hev re bi ser bikevin.”

Her wiha got: “Nîgeran nebe, serok jî wek te, tenê dengekî wî heye. Muhr di destê te de ye. Sibeyên xweş di destên we de ne. Hûn gel in. Di riya ku hûn jê bawer dikin de bimeşin, bila serok li pey we bin.”