Ayad Elawî: Ez bawer im Sûdanî dê pirsgirêkên ligel Herêma Kurdistanê çareser bike

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Iraqê Ayad Elawî di wê baweriyê de ku Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî dê pirsgirêkên ligel Herêma Kurdistanê, çareser bike.

Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Iraqê Ayad Elawî îro ji K24ê re ragihand, ew ê serdana Serok Mesûd Barzanî bike û pêşniyarekê derbarê projeyasaya petrol û gazê pêşkêşî Serok Barzanî bike, lê wî behsa demek diyarkirî ji bo serdana xwe nekir.

Her wiha: “Ez bawer im Sûdanî dê pirsgirêkên ligel Herêma Kurdistanê, çareser bike û destûr rê dide ku dahat bi yeksanî were dabeşkirin.”