NY bang li welatan dike ku penaberên Sûrî yên ziyan ji erdhejê dîtine ji Tirkiyê werbigirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Netewên Yekgirtî daxwaz ji welatan kir ku bilez pêşwazî li penaberên Sûrî ji deverên erdheja 6ê Sibatê ya li Tirkiyê rû daye, bikin, ji ber ku ew careke din rastî zehmetî û koçberiyê hatine.

Netewên Yekgirtî ev bangawazî piştî wê yekê kir, 89 penaberên Sûrî yên ziyan ji erdhejê dîtine, ji Tirkiyê gihîştin paytexta Spanya, Madrîdê.

Di erdheja ku hêza wê 7,8 bû, li Tirkiyê bi sed hezaran xanî û avahî hilweşiyan, li gorî Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu jî, ji ber erdhejê heta niha 45 hezar û 968 kesan canê xwe ji dest dane, ji nava wan jî 4 hezar û 267 penaberên Sûrî ne.

Tirkiye mêvandariyan derdora 3.5 milyon penaberên Sûriyê dike ku ji ber şerê navxweyî reviyane, erdhejê jî bandor li 9 milyon kesan kiriye ku ji wan zêdetirî 1.7 milyon penaber in.

Rêxistina Koçê ya Navdewletî û Komîseriya Bilind a Penaberan a Netewên Yekgirtî di daxuyaniyeke hevpar de gotin: “Gelek penaberên ku ji bo ewlehî û parastina xwe reviyane Tirkiyeyê, niha careke din mal û debara xwe ji dest dane û bi koçberiyê re rû bi rû ne.”

Serokê UNHCR Filippo Grandi got: “Ji bo alîkarîkirina parastina van penaberên mexdûr û ji bo rakirina barê li ser welatê ku bi xwe ji vê felaketa mirovahî bandor bûye, UNHCR bang li dewletan dike ku lezê bidin pêvajoya pêşwazîkirina li penaberan û bicihkirina wan.”

Grandi got ku ev gav dê nîşandana hevgirtinê û parvekirina berpirsyariyan be, di dawiyê de jî dê çareseriyên bilez ji penaberên ku di encama erdhejan de ziyan dîtine re, peyda bike.