Êrîşeke asmanî ya Îsraîlê Firokxaneya Navdewletî ya Helebê ji kar derxist

Navenda Nûçeyan (K24) – Artêşa Îsraîlê bi mûşekan êrîşî ser Firokxaneya Navdewletî ya Helebê kir û ev yek jî bû sedem ku ji xizmetê derkeve.

Jêderekî leşkerî ji “SANA” a Sûrî re ragihand, îro berbangê demjimêr 02:07, Îsraîlê ji aliyê deryaya Sipî Îsraîlê bi mûşekan êrîşî ser Firokxaneya Navdewletî ya Helebê kir.

Amaje bi wê yekê kir ku di encama êrîşê de ziyanên madî gihîştin firokexaneyê û xizmetê derket.

Ji destpêka sala 2023’an ve ev çaremîn êrîşa Îsraîlê li ser xaka Sûriyê ye.

Sala borî, Îsraîl êrîşên xwe li ser firokexaneyên Sûrî zêde kir, bi armanca ku bikaranîna zêde ya Tehranê ji xetên asmanî yên ji bo gihandina çekan bo hevalbendên wê yên Sûrî û Lubnanî, asteng bike.