Erdogan: Em ê roja 10 Adarê biryara hilbijartinê bidin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan radigihîne, ew ê roja 10 Adarê biryara hilbijartinê bidin, da ku di 14ê Gulanê de bi rê ve biçe

Erdogan piştî civîna kabîneya xwe axivî û eşkere kir ku ew ê roja Îniyê biryara hilbijartinê bidin. Roja din jî dema biryara wan di Rojnameya Fermî de were belavkirin, dê pêvajoya hilbijartinê li Tirkiyeyê dest pê dike.

Erdogan Got jî, piştî 11ê Adarê, Komîta Hilbijartinê ya Bilind di ber mijarên hilbijartinê de dê berpirsiyar be.

Li gor yasayên Tirkiyeyê, piştî ku Serokomar biryara hilbijartinê da, divê piştî 60 rojan hilbijartin were kirin.

Erdogan derbarê kesên ku piştî erdheja 6ê Sibatê cihê xwe guhertine de got, ew ê biryarnameyeke Serokomariyê derbixin da ku ew kes ji derfet û mafên xwe bêpar nemînin.