Serokwezîr Mesrûr Barzanî Nexweşxaneya Dr. Dexîl vekir

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro nexweşxaneyeke din vekir, ku tê de projeya Hejmara Min tê cîbicîkirin.

Hewlêr (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro nexweşxaneyeke din vekir, ku tê de projeya Hejmara Min tê cîbicîkirin.

Îro Sêşemê 7ê Adarê, Serokwezîr Mesrûr Barzanî li bajarê Hewlêrê, Nexweşxaneya Dr. Dexîl vekir.

Malpera fermî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand, Mesrûr Barzanî piştî ku ji aliyê Xwedî û Rêveberê Giştî yê Nexweşxaneyê Dr. Dexîl Seîd û karmendan ve hat pêşwazîkirin, serdana beşên nexweşxaneyê kir.

Hat diyarkirin ku ev nexweşxane yek ji wan cihan e, ku projeya "Hejmara Min" û sîstema peredayîna dîjîtal tê de tê cîbicîkirin.

Projeya "Hejmara Min" programeke giştgîr a darayî ye û armanca wê dabînkirina rêyeke parastî û guncaw ji bo fermanberan, hêzên ewlehiyê û xanenişînên kerta giştî ye ji bo destgihiştina wan a mûçeyên xwe ye.

Ev proje hewla modernkirina kerta bankî û pêşvebirina geşeya aborî ya Herêma Kurdistanê dide.

Herwiha pêvajoya dîjîtalkirina hikûmetê bileztir dike, ev destpêşxerî beşeke sereke ye di hevdîtinên serokwezîr de ji bo pêşvebirina çaksazî û guhertina bingehîn û piştevaniya peredayîna dîjîtalî li Herêma Kurdistanê.