Îtalya piştevanî û hevkariya xwe bo hêzên Pêşmerge didomîne

Serokerkanê Wezareta Pêşmerge û Fermandarê Hêzên Îtalya yê li Herêma Kurdistanê tekezî li hevkarî û hevahengiyên serbazî dikin.

Hewlêr (K24) – Serokerkanê Wezareta Pêşmerge û Fermandarê Hêzên Îtalya yê li Herêma Kurdistanê tekezî li hevkarî û hevahengiyên serbazî dikin.

Roja 6ê Adara 2023an, Serokerkanê Wezareta Pêşmerge Îsa Uzêr li Dîwana Wezaretê pêşwazî li Fermandarê Hêzên Îtalya yê li Herêma Kurdistanê û şanda pê re kir.

Di hevdîtinê de çalakiyên tîma şêwirmendên Îtalî ya li Herêma Kurdistanê di warê rahênan û perwerde û şêwirê de axivîn û bal kişandin ser hevkarî û hevahengiya berdewam a hêzên Îtalyayê yên ji bo hêzên Pêşmerge.

Serokerkan kêfxweşiya xwe derbarê karkirina hevbeş de ligel hêzên Îtalya yên li Herêma Kurdistanê nîşan daye û diyar kiriye: “Welatê Îtalyayê bi rêya şêwirmendên xwe ve di Hevpeymaniya Navdewletî ya dijî DAIŞê de hevkar û dostekî baş bû di piştevanîkirina Herêma Kurdistanê û hêzên Pêşmerge de.”

Li gor daxuyaniya civînê, herdu alî hevnêrîn bûn li ser berdewamiya pêwendiyên navbera Wezareta Pêşmerge û Tîma Serbazî ya Îtalyayê û Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî yên li Herêma Kurdistanê, ji bo vê mebestê jî, tekezî li berdewamiya piştgiriya hevpeymanan bo hêzên Pêşmergeyê Kurdistanê hatiye kirin, ji bo serxistin û biencamgihandina projeyên hevbeş ên li Herêma Kurdistanê.