Rapirsiya yekem hat ragihandin: Kiliçdaroglu ji sedî 56,8 e

Piştî ragihandina namzedbûna Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu bo Serokomariya Tirkiyê, rapirsiya yekem hat encamdan û di rapirsiyê de Erdogan ji sedî 43,2 û Kiliçdaroglu ji sedî 56,8 derket.

Navenda Nûçeyan (K24) – Piştî ragihandina namzedbûna Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu bo Serokomariya Tirkiyê, rapirsiya yekem hat encamdan û di rapirsiyê de Erdogan ji sedî 43,2 û Kiliçdaroglu ji sedî 56,8 derket.

Kompaniya Lêkolînê ya ORCê, di 4-6ê Adarê de rapirsiyek encam da û cudahiya navbera namzedê Hevpeymaniya Cumhur Erdogan û namzedê Hevpeymaniya Milet Kiliçdaroglu, di asta herî bilind a rapirsiyên van demên dawî de derket.

ORC piştî krîza Maseya Şeşalî ya roja 3ê Adarê, di navbera rojên 4 û 6ê Adarê de li 28 bajaran bi 1850 beşdaran, derbarê dengdana Serokomariya Tirkiyê de rapirsiyek encam da.

Di rapirsiyê de ji beşdaran hat pirsîn ku "Eger di roja 14ê Gulana 2023an de hilbijartinên Serokomariyê were encamdan û Erdogan û Kiliçdaroglu bibin namzed, hûn ê dengê xwe bidin kîjan namzedî?".

Bersiva beşdaran wiha ye:

Recep Tayyip Erdogan: %43,2

Kemal Kiliçdaroglu: %56,8