Wezîra Derve ya Almanya: Em ê alîkariyan ji koçber û penaberên Herêma Kurdistanê re bişînin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Wezîra Derve ya Almanyayê Annalena Baerbock îro 8ê Adarê civiyan û di konferanseke rojnamevanî de naveroka civîna xwe aşkere kirin.

Wezîra Derve ya Almanyayê Annalena Baerbock di destpêka konferansê de, spasiya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê kir û got: “Ji dil ve spasiya we dikim ji bo alîkariyên we ji mexdûrên erdheja Tirkiyê re. Yek ji wan cîranên ku di rewşeke ewlekarî ya tund de alîkariya Tirkiyê kiriye, Herêma Kurdistanê bû. Her wiha nêzîkî milyonek penaberên ku ji tirsa DAIŞê reviyane li vir li Herêma Kurdistana Iraqê dijîn. Hevdem jî bi sed hezaran Sûriyên ku ji ber şerê navxweyî reviyane li vir in. Ji ber van karan rêz û pêzanîna me ji bo we heye.”

Wezîra Derve ya Almanyayê got jî: “Ji sala 2014ê ve me nêzîkî 800 milyon euro ji Almanyayê bo Herêma Kurdistanê terxan kiriye, em dixwazin rola xwe li Herêma Kurdistanê berdewam bikin.”

Baerbock diyar kir, “Beşek ji wan kesên ku penaberî Herêma Kurdistanê bûne Êzdî ne, me bihîstiye ku kampên penaberan têne girtin, em di wê baweriyê de ne ku divê ev yek bi planeke berfireh were cîbicîkirin, ji bo ku jin û zarok careke din koçber nebin û li cihekî ne ewle bijîn.”

Her wiha got: “Berî demekê me tawanên DAIŞê yên li dijî Êzidiyan, weke jenosîd qebûl kir.”

Baerbock tekez kir: “Metirsiya DAIŞê hîn jî berdewam e. Em piştgiriya xwe ya ji bo we di şerê li dijî DAIŞê de dubare dikin. Hêzên Almanyayê li vir perwerdekirina Pêşmerge berdewam dikin. Almanyayê di 7 salên borî de 50 milyon euro di vê warî de terxan kiriye.”

Wezîra Derve ya Almanya got jî: “Hewlêr navendeke girîng a veberhênan û danûstendinêN çandî yên Almanî-Iraqî ye. Li vir nûnertiya Goethe-Institut DAAD heye û zimanê Almanî li heft dibistanên li Herêma Kurdistanê tê fêrkirin. Çend hefte berê li vir kevirê bingehîn ê Enstîtuya Çandê ya Elman-Fransî hatibû danîn.”

Ji aliyê xwe ve Serokwezîr Mesrûr Barzanî got: “Ez bi navê gelê Herêma Kurdistanê spasiya we dikim ji bo naskirina jenosayd Êzdiyan, ku helbet gelek alîkar bû bo naskirina tawanên ku li hember xwişk û birayên me yên Êzidî hatine kirin. Hêvîdar im welatên din yên cîhanê jî li Almanyayê binêrin ku ne tenê vê komkujî wek jenosîd nas bikin, lê di dubare avakirin û alîkariya Şingalê de jî beşdar bibin.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî amaje bi wê jî kir ku Almanya di têkşikandina terorîstên DAIŞê de, alîkariya Herêma Kurdistanê kiriye.

Her wiha diyar kir jî, di civînê de wan çendîn mijarên din jî gotûbêj kirin, ji wan jî hewldana ji bo baştirkirina jiyana xelkê, bihêzkirina têkeliyên ligel welatên dost û bi taybetî Almanyayê.

Mesrûr Barzanî behsa wê jî kir, wî di hevdîtinê de daxwaz ji hikûmeta Almanyayê kir ku zêdetir alîkariya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bike, da ku ew karibin sektora aborî ya Herêma Kurdistanê bipêş bixin ku dê bandoreke wê ya rasterast li ser aramiya navçeyê hebe.

Derbarê jinên Êzidî yên ku bûne qurbaniyên terorê û niha hinek ji wan xwedî zarok in, Serokwezîr Mesrûr Barzanî got: “Em hêvî dikin ku civaka Êzidî wan hembêz bike û wan tevlî malbatên xwe bikin.”

Her wiha got jî: “Eger ji aliyê kultûrî ve rê ji bo wan neyê dayîn ku vegerin jî, Hikûmeta Herêma Kurdistanê mala wan a mezin e û em ê di warê dabînkirina ewlekarî, debara jiyanê û mezinkirina zarokan de alîkariya wan bikin.”