Mesrûr Barzanî: Em piştgiriya xwe ya neguhêr ji bo mafên jinan dubare dikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li Hewlêrê di merasîma bîranîna 8ê Adarê, Roja Cîhanî ya Jinan de gotarek pêşkêş kir û ragihand, “em piştgiriya xwe ya bênavber ji bo mafên jinan û rola wan a aktîf di hemû warên jiyanê û civakê de, bi taybetî di saziyên hikûmetê de dubare dikin.”

Gotara Serokwezîr Mesrûr Barzanî:

Bi boneya Roja Cîhanî ya Jinan, germtirîn pîrozbahiyên xwe pêşkêşî jinên Kurdistan, Iraq û cîhanê dikim. Hêvîdar im jin hertim di jiyana xwe de serkeftî bin û mafên wan bên parastin û ji her stem û çewisandinê rizgar bibin.

Destxweşiyê li Encûmena Bilind a Jin û Geşepêdanê û Desteya Yeksaniya Zayendî û Desteya Jinê ya Netewên Yekgirtî (UN Women) dikim, ji bo organîzekirina vê boneyê û îmzekirina yadeşta hevtêgihîştinê ji bo xizmeta pirsgirên bi jinan pêwendîdar in.

Bi vê boneyê em piştgiriya xwe ya neguhêr ji bo mafên jinan û rola wan a aktîf di hemû warên jiyanê û civakê de, bi taybetî di saziyên hikûmetê de dubare dikin.

Jinan di dirêjahiya dîroka gelê Kurdistanê de, roleke wan a girîng di nava civaka me de hebûye. Her tim alîkarî û beşdarî qonaxên dijwar ên têkoşîna Kurdistanê bûne û xwedî dîrokeke tijî serwerî ne. Piştî serhildan û avakirina Hikûmeta Herêma Kurdistanê, rola jina Kurdistanê di hemû warên hikumraniyê de diyar e. Em ê kar jî bikin ku zêdetir pêgeha jinan di hikûmetê de li gorî şiyan û karînên wan bihêztir bikin û hemû şêweyên biçûkxistina rola jinan di rêveberiyê de ji holê rakin.

Ez hêvî dikim ku îmzekirina vê hevtêgihîştinê bibe alîkar di warê statîstîkên ku dê bêne berhevkirin û peyda kirin, ji bo destnîşankirina pirsgirêk û astengiyên li pêşiya jinan û rakirina hemû binpêkirinên mafên jinan û astengiyên li pêşiya wekheviya zayendî.

Em wek Hikûmeta Herêma Kurdistanê li dijî hemû cure binpêkirinên mafên mirovan û hemû cureyên tundiyê ne, bi taybetî tundî, kuştin, îşkencekirina jinan û binpêkirina mafên wan. Lê mixabin civaka Kurdistanê jî weke gelek civakên din ên cîhanê ji ber vê êşê dinale. Ev tundûtûjî ji bo me nayê qebûlkirin û em ê bi awayekî giştî di rûbirûbûna vê diyardeyê de berdewam bin.

Rûbirûbûna tundiyê û xebat ji bo pêşxistina çanda wekheviya zayendî erkekî hevpar a me hemûyan e û divê civak bi giştî, hikûmet, rêxistinên jinan, civaka sivîl, mamosteyên olî, dibistan, zanîngeh û navendên rewşenbîrî bi hev re kar li ser hişyarkirina tak û malbatan bikin û karê cidî ji bo jinavbirina tundiyê, pêşxistina çanda wekhevî, pêkvejiyanê û hevdu qebûlkirinê bikin.

Baweriya Hikûmeta Herêma Kurdistanê a temam bi stratejiya bihêzkirina pêgeha jinan heye û li ser wê yekê kar dike. Divê jin û mêr ji derfetên li ber destên wan in, wekhev sûd werbigirin û her wiha ew ê ji erk û mafên xwe yên wekhev jî sûd werbigirin.

Ez careke din pîrozbahiyê li we dikim û hêviya serkeftinê û jiyaneke xweş û rehet ji we re dixwazim.