Temellî: Namzedê herî nêzîkî HDPê Kemal Kiliçdaroglu ye

kurdistan24.net

Navenda Nûçeyan (K24) – Parlamenterê HDPê yê Wanê Sezaî Temellî radigihîne, “Kiliçdaroglu eger bikaribe daxwaza gelên Tirkiye wek namzetekî hevbeş nîşan bide, HDP dê erênî nêzîk bibe.”

Hevserokê berê yê HDPê û parlamenterê Wanê Sezaî Temellî beşdariya bultena K24 bû ji bo namzedbûna Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu da xuyakirin, “Kemal Kiliçdaroglu namzedê Maseya Şeşalî alî û Tifaqa Millet e û ti pêwendiya wê yekê bi tifaqa me re nîne. Tifaqa me, Tifaqa Ked û Azadiyê ye û em ê bi tifaqa xwe beşdarî hilbijartinan bibin.”

Temellî da zanîn jî: “Ji bo hilbijartina serokomariyê de, me berî 15 mehan helwesta xwe nîşan dabû. Me got ku ew ê bikare bendewariyên Tirkiyê û demokeasiyê bicih bike, em dikrin bi wî re danûstandinê bikin. Em dikarin bi wan re danstandinê bikin, ji ber ku em dixwazin ji vê desthilata niha rizgar bibin, ji ber ev desthilat nikare ti poirsgirêkan çareser bike.”

Temellî got jî: “Divê hemû aliyên opozîsyonê li ser namzedekî hevbeş li hev bikin. Meha Çileyê me got em ê namzedê xwe ji bo serokomariyê aşkere bikin, lê piştî rûdana erdhejê, me helwesta xwe careke din nirxand.”

Li ser pirsa helwesta HSDê ji namzedbûna Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu, Temellî got: “Ji ber namzetbûna wî em birêz Kiliçdaroglu pîroz dikin. Kiliçdaroglu eger bikaribe daxwaza gelên Tirkiye wek namzetek hevbeş nîşan bide, HDP dê erênî nêzîk bibe. Ji bo vê pêwîstî bi danûstandinê, diyalogê heye. Mîthet Sancar ew vexwend jî. Ewê serdana Partiya me bike. Li wê derê eger bingeheke danûstandinê çêbibe çênebe, namzedekî hevbeş derkeve dernekeve, dê diyar be.”

Parlamenterê HDPê destnîşan kir jî, “Di nava opozîsyonê de kesê herî zêde nêzîkî HDPê birêz Kiliçdaroglu ye.”

Li ser helwesta Seroka Îyî Partî Menal Akşenerê, Temellî got: “Daxuyaniyên Akşenerê, girêdayî wê ne. Ti bingehe danûstandinê di navbera me de nîne. Her wiha niha ti danûstandina me û tifaqa Millet jî nîne û me daxwaza ti post û wezaretekê ji wan nekiriye.”