Encûmena Nûneran a Amerîka biryara vekişandina hêzên welatê xwe ji Sûriyê red kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Encûmena Nûneran a Amerîkayê projebiryara vekişandina hêzên Amerîkayê ji axa Sûriyê qebûl nekir.

Di projebiryarê de daxwaz ji Serokê Amerîka Joe Bidin hatibû kirin ku hêzên Amerîkî ji nava axa Sûriyê vekişîne û li Encûmena Nûneran dengdan li ser hate kirin. Tenê 103 nûneran dengê erê dan û 321 nûneran jî li dijî wê derketin.

Di projebiryarê de hat destnîşankirin ku hejmara leşkerên Amerîka yên li ser xaka Sûriyê ne, 900 keşker in.

Tevî têkçûna DAIŞê li Sûriyê, lê şanên razayî yên DAIŞê hîn jî li Sûriyê êrîşan dikin. Di vê derbarê de jî, Serokê Komîteya Karûbarên Derve ya Encûmena Nûneran, Michael McCaul got, sala borî Amerîka bi hevkarên xwe re beşdarî operasyonan bû ku di encamê de 466 çekdarên DAIŞê hatin kuştin û 250 çekdarên din jî hatin girtin.

McCaul her wiha got: “Daxwaza vekişîna vê şandina yasayî û destûrî ya hêzên Amerîkî, divê li ser bingeha têkbirina yekcarî ya DAIŞê be.”

Ji aliyekî din ve, Endamê Kongresê Matt Goetz ku wî ev projebiryar pêşkêş kiribû, rexne li hebûna hêzên Amerîkî li Sûriyê kir û daxwaza vekişîna wê kir.

Goetz di gotara xwe de got: “Erkê artêşa Amerîkayê ne ew e ku bi pereyên bacê yên Amerîkiyan, şer li welatên din gur bike.”