Pispor: Erdhej û Kurd ji bo hilbijartinê du faktorên sereke ne

kurdistan24.net

Stenbol (K24) – Li Tirkiyeyê ji bo namzediya hilbijartina Serokkomariyê ku 14ê Gulanê tê plankirin du navên sereke derdikevin pêş. Yek namzedê tifaqa Milletê Kemal Kiliçdaroglu yê Serokê CHP ye. Yê din jî Serokkomarê niha û Serokê AK Partî Recep Tayyîp Erdogan ê ji Tifaqa Komar ê ye. Bi nêrîna pisporan erdheja rû da û tesîr li gelek bajarên vî welatî kir dê helwesta dengdêran bo hilbijartinê diyar bike. Li gel vê nêzîkatiya her du namzedan bo HDP jî ku hêj nediyar e dê rengê dengê Kurdan jî diyar bike.

Piştî ku Tifaqa Millet a ku ji 6 partiyan pêk tê Kemal Kiliçdaroglu yê Serokê CHP wek namzede bo hilbijartina Serokkomarî ya li Tirkiyeyê beramberî namzediya Recep Tayyîp Erdogan ê Tifaqa Komarê ragihand di rojeva siyaseta vî welatî de pêşbiniyên encama hilbijartinê û faktorên dê tesîr li ser encaman bike zêdetir tê nîqaşkirin.

Ufuk Uras ê akademîsyen konsolîdebûna aliyên opozîsyonê li ser navê Kiliçdaroglu wek ne di berjewendiya tifaqa Komarê de dest nîşan dike.

Akademîsyen Ufuk Uras ji K24ê re got: “Polîtîkayên li ser erdhejê û avakirina bajarên wêranbûyî dê helwesta dengdêran di vê hilbijartinê de diyar bike. Ligel vê hejmareke zêde hilbijêrên dudil hene ku hêj biryar nedane. Lê partiyên siyasî yên tifaqa Milletê ku bûne yek, eger xeletiyên berê dubare nekin di gera yekem de bi du puan dikevin pêş Erdogan û bi ser dikevin.”

Tirkiye ev 21 sal in ji hêla AK Partî ve bi pêşengiya Recep Tayyîp Erdogan ê Serokkomarê niha ve tê birêvebirin.

Li gor Bariş Avşar ê rojnamevan û gerînendeyê giştî yê Gazete Duvar cara yekem e ku di nav xelkê vî welatî de daxwazeke zêde guhertina desthilata niha xwe dide der û balê dikêşîne ser faktora Kurdan ku tesîreke mezin li ser encama hilbijartinê dê bikin.

Rojnamevan Bariş Avşar dibêje: “Kiliçdaroglu dê cara yekem bibe namzed ku ev bo dahatûya siyasî ya wî jî gelek girîng e. Partiyên opozîsyonê ku tim rexne li ser pergala takekesî dikirin niha bo piştgiriya Kiliçdaroglu hatine ba hev. Eger HDP jî ku mezintirîn partiya sêyemîn e piştgiriya Kiliçdaroglu bike egera serkeftina tifaqa Milletê zêdetir dibe. Niha rol û girîngiya HDP ji ya berê gelek zêdetir bûye.”

HDP ku hêj namzedek bo hilbijartinê diyar nekiriye li bendê ye ku Kiliçdaroglu serdana wan bike û eger her du alî bên ba hev û li hev bikin diyar e HDP piştgiriya Kiliçdaroglu bike.

Tê plankirin hilbijartin 14ê Gulanê dê bê kirin.