Hunermendê Kurd Alî Baran li Stenbolê hat binçavkirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Hunermendê Kurd Alî Baran ku ji Almanyayê çûbû Stenbolê, li Balafirgeha Sabîha Gokçen ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin.

Alî Baran ku li Almanyayê dijî, dema ji bo xebata albûma xwe ya nû çûbû Stenbolê, ji aliyê hêzên asayîşê ve hat binçavkirin.

Hat ragihandin ku Alî Baran bi tohmeta bangeşekirina PKKê hatiye binçavkirin. Hêzên asayîşê ji bo ku îfadeya xwe bide, Alî Baran birine dozgeriyê.