Wezîrê Asayîşa Îsraîlê: Êrîşkarê Tel Avîvê hat kuştin

Li Tel Avîvê kesekî bi çek êrîş kire ser xelkê sivîl û di encamê de sê kes birîndar bûn, piştre êrîşkar ji aliyê polîsan ve hat kuştin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Tel Avîvê kesekî bi çek êrîş kire ser xelkê sivîl û di encamê de sê kes birîndar bûn, piştre êrîşkar ji aliyê polîsan ve hat kuştin.

Polîsê Tel Avîvê ragihand, kesekî bi çek êrîşî xelkê sivîl kir û sê kes birîndar kirin, birîndar bo nexweşxaneyê hatin veguhestin.

Wezîrê Asayîşa Îsraîlê Itamar Ben-Gvir ragihand, ev êrîşeke terorîstî ye û êrîşkar li cihê bûyerê ji aliyê polîsan ve hatiye kuştin.

Ev bûyer di demekê de ye ku Wezîrê Berevanî yê Amerîkayê Lloyd Austin li Îsraîlê ye û ji Îsraîl û Filistînê daxwaz kir ku xwe ragirin.

Ligel nêzîkbûna meha Remezanê, tê pêşbînîkirin ku ji ber berdewamiya avakirina yekeyên niştecîbûnê ji aliyê Îsraîlê ve, alozî ber bi zêdebûnê ve biçin.