Li Bakur û Tirkiyê li 43 navendan Newroz tê pêşwazîkirin

Li Diyarbekirê HDPê ligel partî û rêxistinên hevpeymanên xwe deklerasyona Newrozê ragihand.
Diyarbekir
Diyarbekir

Diyarbekir (K24) - Li Diyarbekirê HDPê ligel partî û rêxistinên hevpeymanên xwe deklerasyona Newrozê ragihand. Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldanê rexne li desthilatdariyê girt û got; dema desthilatdar li Newrozê binêre dê guherînê û tifaqa Kurdan bibîne. Hat ragihandin ku dirûşma Newroza îsal, “Her Der Newroz, Her Dem Azadî” ye, lê ji ber erhejê ew dê Newrozê bi dilekî xemgîn lê bi hêvî û bawerî pêşwazî bikin.

Li Diyarbekirê HDP’ê û partî û rêxistinên hevpeymanên hev, bi konferanseke hevbeş deklerasyona Newroza 2023an ragihand. Di daxuyaniya hevpar de hat ragihandin ku; ji ber karesata erdhejan, ew dê bi êş û jan û şîn Newroza 2023’yan pêşwazî bikin. Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan’ê got; dê ruheyeta Newroza di 14ê Gulanê de Tirkiye biguherîne. Siyasetmedarên HDP’ê dan zanîn ku; 15ê Adarê li Şemzînan dê Newroz were pêşwazîkirin û dê li 43 navendan bernameyên Newrozê birêve biçin.

Hevserokê Rêxistina HDPê ya Diyarbekirê Zeyad Ceylan ji K24ê re diyar kir: “Ji salên derbasbûyî cudahiya vê Newrozê ev e; em îsal di şînê de ne. Bi dehan hezar canên me di erhejan de canê xwe ji dest dan. Newroz di heman demê de dê bibe xwedîlêderketina berketiyên erdhejê, dê bibe bibîranîna qurbaniyên erdhejê.”

Di daxuyaniya hevpar de behsa erdhejê jî hat kirin û hat gotin ku;  piştgirî û piştevaniya piştî erdhejê bandoreke mezin li ser ruhê yekîtiya neteweyî ya Kurdan kir. Di daxuyaniya hevpar de hatin ragihandin ku; siyaseta Kurd yek ji stûnên sereke yên stratejiya hilbijartinên 2023`an e, banga wan ew e ku bandora dezgehên siyasî yên rejîmê li Kurdistanê, li ser sindoqan, were şikandin.   Siyasetmedarên Kurd gotin ku; ew îsal bi dilekî xemgîn, bi şîna deh hezaran kesan lê bi ruhê Newrozê dê li qadan bin, ew ê bi ruhê yekîtiya neteweyî û bi ruhê piştgiriyê ya ku piştî erdhejê derket holê, li qadan bin û hemû qurbaniyan bi bîr bînin.

Serokê Giştî yê Partiya Însan û Azadî (PÎA) Mehmet Kamaç ji K24ê re diyar kir: “Di çanda kurdan de şîn û şahî her ketine nav hevdû.  Em ê vê Newrozê jî bi vî awayî pêşwazî bikin. Em ê şîn û şahiya xwe bi hev re bikin. Heta em bikaribin em ê di vê Newrozê de zêdetir cih bidin nirxên neteweyî. Bi al û gotin em ê peyamên neteweyî bidin.”

Li Qada Newrozê ya Diyarbekirê, her sal li ser dika li qadê konsert têne pêşkêşkirin, ji aliyê bi sedhezaran kesên li qadê kom dibin ve Newroz bi govend û dîlan tê pêşwazîkirin. Lê îsal ji ber karesata mezin ya erdhejê, dê govend û şahî tune bin, lê dengbêj dê li ser vê dikê li ser êş, jan, derd û kulên berketiyên erdhejê bistirên.