Serok Barzanî: Rêkeftina 11ê Adarê pênase û hebûna gelê Kurd bire qonaxeke bilindtir
Hewlêr (K24) – Serok Mesûd Barzanî bi boneya salvegera Rêkeftina 11ê Adarê peyamek belav kir û ragihand: “Rêkeftina 11ê Adarê pênase û hebûna gelê Kurdistanê li nav dewleta Iraqê bire qonaxeke bilindtir û baweriya bi xwe li nav takekesê Kurdistanî bihêztir kir.”
Serok Barzanî di peyama xwe de diyar kir: “Rêkeftina 11ê Adarê yek ji destkeftên giranbiha yên tevgera rizgarîxwaz a gelê Kurdistanê ye. Girîngiya vê bûyera dîrokî di wê de ye ku di encama xebat û şoreşa gelê Kurdistanê û PDKê de bi rêberiya Barzanî, rejîma wê demê ya Iraqê hat neçarkirin ku di 11ê Adara 1970 de bo cara yekem û bi awayekî fermî, beşek ji mafên gelê me nas bike.”
Peyama Serok Barzanî wiha ye:
Bi navê Xwedayê mezin û dilovan
Rêkeftina 11ê Adarê yek ji destkeftên giranbiha yên tevgera rizgarîxwaz a gelê Kurdistanê ye. Girîngiya vê bûyera dîrokî di wê de ye ku di encama xebat û şoreşa gelê Kurdistanê û PDKê de bi rêberiya Barzanî, rejîma wê demê ya Iraqê hat neçarkirin ku di 11ê Adara 1970 de bo cara yekem û bi awayekî fermî, beşek ji mafên gelê me nas bike. Ew mafên ku her ji destpêka dirustbûna dewleta Iraqê ve, dihatin înkarkirin û zeftkirin.
Rêkeftina 11ê Adarê ku berhema xebat û qurbanîdana Pêşmerge û cemawer û hemû çîn û pêkhateyên olî û neteweyên Kurdistanê bû, pênase û hebûna gelê Kurdistanê li nav dewleta Iraqê bire qonaxeke bilindtir û baweriya bi xwe li nav takekesê Kurdistanî bihêztir kir. Lê belê rejîma Iraqê pişta xwe li mafên xelkê Kurdistanê kir û rêkeftina 11ê Adarê binpê kir, lê ew destkeft deriyek bû ji bo qonax û pêngavên mezintir ên xebata gelê me û pêkanîna destkeft û serkeftinên zêdetir.
Di pêncî û sêyemîn salvegera Rêkeftina 11ê Adarê de tevî ku em tekezî li peyama aştîxwazî û pêkvejiyana gelê Kurdistanê dikin, em wê yekê jî tînin bîra her kesî ku gelê Kurdistanê di bin ti rewş û guvaşê de ji maf û azadî û destkeftên xwe paşve venakişe.