Nêçîrvan Barzanî: Rêkeftina 11ê Adarê serkeftineke mezin e

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi boneya 53emîn salvegera Rêkeftina 11ê Adarê peyamek belav kir.

Hewlêr (K24) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi boneya 53emîn salvegera Rêkeftina 11ê Adarê peyamek belav kir û ragihand: “Rêkeftina 11ê Adarê di wê rewş û hevkêşeya dijwar û tevlîhev ya herêmî û navdewletiya wisa de, serkeftineke mezin û girîngtirîn belgenameya fermî ya pejirandî bû ku beşek ji mafên gelê Kurdistanê nas kir.”

Nêçîrvan Barzanî diyar kir: “Rêkeftina 11ê Adarê çareseriyeke nimûneyî bû ku dikaribû Iraq û gelê wê bi temamî ber bi çarenivîseke geştir ve bibe û bike yek ji welatên herî pêşketî yên navçe û cîhanê.”

Peyama Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî wiha ye:

Îro di bîranîna 53emîn salvegerê de, bi rêz û hurmet ve Rêkeftina 11ê Adara 1970 ya şoreşa Îlonê ya bi rêberiya Barzaniyê Nemir, ligel hikûmeta Iraqê, em bi bîr tînin. Silav û hurmet ji bo hemû şehîdên Kurdistanê û wan mêrxasan dişînîn ku di şoreşa mezin a Îlonê de beşdar bûn.

Rêkeftina 11ê Adarê di wê rewş û hevkêşeya dijwar û tevlîhev ya herêmî û navdewletiya wisa de, serkeftineke mezin û girîngtirîn belgenameya fermî ya pejirandî bû ku beşek ji mafên gelê Kurdistanê nas kir û rewatiya doza wî bi cîhanê gihand. Ew rêkeftin bû bingeha sereke ya hemû destkeftên paştir yên gelê Kurdistanê her ji serhildanê heta avakirina parlamento, hikûmet û federaliyê.

Rêkeftina 11ê Adarê çareseriyeke nimûneyî bû ku dikaribû Iraq û gelê wê bi temamî ber bi çarenivîseke geştir ve bibe û bike yek ji welatên herî pêşketî yên navçe û cîhanê. Lê poşmaniya rayedarên Iraqê û hilbijartina mentiqê hêzê li şûna hêza mentiqê, ji şer, êş, paşveman û bihederdana serwet û samanên welêt pê ve tiştekî din ji Iraqê ra neanî. Iraq hê jî baca wê şaşiyê dide.

Bi vê helkeftê, ez bang li hemû hêz û aliyên Iraqî û Kurdistanî dikim ku ders û pendê ji vê dîrokê werbigirin û em hemû ji şaşiyên berê sûd bibînin. Werin em dewlemendî û îmkanên maddî û mirovî ji bo pêşxistina welat û bextewariya welatiyan bikar bînin. Werin em bi hev ra ji bo parastina mafên hemû pêkhateyên Iraqê, sîstema federalî, serwerî, aştî û aramiya welat kar bikin. Werin em hemû bi hevqebûlkirin, lêborîn, pêkvejiyan, biratî û yekrêzî, ji bo avakirina welatekî avedan, jiyaneke xweş û bihêz ji bo paşerojeke baştir bi hev ra kar bikin.

Bi rûmet be bîranîna Rêkeftina 11ê Adara 1970ê .

Silav li giyanê şehîdan.

Nêçîrvan Barzanî

Serokê Herêma Kurdistanê

11ê Adara 2023an