HDP: Newroza îsal ji ber erdhejê dê bê govend û şahî were pîrozkirin

kurdistan24.net

Stenbol (K24) – Newroza îsal a li Stenbolê bi banga HDP ve li qada Yenîkapiyê 19ê Adarê bi dirûşmeya "Her Der Newroz, Her Dem Azadî" dê bê pîrozkirin. Ji salên cudatir Newroza îsal ji ber erdheja rû daye bêyî govend û bêyî stranên kêfê dê bi awayeke xemginî were pêşwazîkirin.

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), pêkhateyên vê partiyê û partiyên çep ên di tifaqa Ked û Azadiyê de ya bi pêşengiya HDP hatibû avakirin cîh digirin li Stenbolê deklarasyona Newroza îsal a li Stenbolê bi daxuyaniyeke hevbeş ragihandin.

Hat ragihandin Newroz ji salên din ciyawaztir îsal ji ber erdheja rû daye bêyî govend bêyî şahî bi awayeke xemginî û bi klamên dilêş li Stenbolê li qada Yenîkapiyê 19ê Adarê dê bê pîrozkirin.

Hevserokê Şaxa Stenbolê yê HDP Ferhat Encu ji K24ê re got: “Îsal ji ber erdhejê em ê ne bi dîlan û kêf Newroz pîroz bikin. Newroz nîşaneya jiyaneke nû, azad û bîranîna destkeftiyên Kurdan e. Qadên Newrozê sembola berxwedan û xwedîderketina îradeya gele Kurd e ku bi sedsalan e rastî zilm û komkujiyan tê. Loma tijekirina qadên Newrozê peyameke girîng e.”

Di Newrozê de bi nêzîkbûna hilbijartina Serokkomarî û parlamenterî ya li Tirkiyê ku 14ê Gulanê dê pêk were li ser hilbijartin û hin mijarên siyasî bi taybet bo çareserkirin pirsgirêka Kurd hin peyam ji hêla HDP ve dê bê belavkirin.

Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk Salîha Aydenîz got: “Bi hezaran salan e agirê Newrozê ji bo vejîn, ji bo berxwedan, ji bo yekitî û ji bo jiyaneke azad gur dibe îsal agirê Nerwroza 2023an li Tirkiye û li Kurdistanê ji bo ji berpirsên ku di erdhejê de erka xwe bi cîh neanîne hisab bê pirsîn dê gur bibe.”

Hevserokê HDP Mîthat Sancar jî got: “Em ê li gel hemû hêzên demokrat di qadên Newrozê de ji bo şikestina pergala şer û talanê û ji bo avakirina jiyaneke nû, azad û aştiyane bibin yek û di vê çarçoveyê de dengê xwe bilind bikin.”