Fermandarê CENTCOMê serdana Rojavayê Kurdistanê kir

Fermandarê CENTCOM: Girtiyên DAIŞê yên li Sûriye û Îraqê “artêşeke rastî ya girtî” ne

Navenda Nûçeyan (K24) – Fermandarê Hêzên Navendî yên Amerîkayê (CENTCOM) General Michael Erik Kurilla serdana Rojavayê Kurdistanê kiriye û hişyarî da ku çekdarên DAIŞê yên ku di zindanên Sûrî û Îraqê de girtî ne, ew wek “artêşeke rastî ya girtî” ne.

Di daxuyaniya nivîskî ya CENTCOMê de hat diyarkirin, Kurilla ROJA 9ê Adara 2023an serdana Hesekê kir, li wir hevdîtin bi hêzên Amerîkî û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) re hevdîtin pêk anî, her wiha serdana girtîgehekê ku çekdarên DAIŞê tê de ne û du kampên (Hol û Roj) ku malbatên çekdaran lê dimînin kir.

Kurella piştî kontrolkirina girtîgeha Xiwêran a li Hesekê ku di destpêka sala 2022’an de ji hundir û derve ve bû armanca êrîşên DAIŞê û di encamê de bi sedan kes hatin kuştin, Kurella got ku “di nav girtiyên li Sûriye û Iraqê de, artêşa rastî ya DAIŞê girtî heye”

Kurella hişyarî da ku “eger ew bên rizgarkirin, ew ê bibin metirsiyeke mezin”. Tekez kir jî, "çareseriyeke serbazî ji girtiyên rêxistinê re nîne.”

Amaje bi wê yekê jî kir, şerê li dijî DAIŞê, şerê ewlehî û aramiyê ye, ne tenê ji bo Sûriyê û Iraqê, lê ji bo tevahiya navçeyê.

Fermandarê CENTCOM tekez kir jî “em tekez nikarin rê bidin ku careke rêxistina terorê serî hilde.”

Kurella destnîşan kir jî, zarokên li kampa Holê ne “metirsiya rojane ne” û daxwaz kir ku divê niştecihên kampê bo welatên wan bên veguhestin.

Ev serdana Kurella piştî wê tê, roja Şemiya borî Serokerkanê Artêşa Amerîka General Mark Milley, ji bo nirxandina operasyonên şerê li dijî DAIŞê, bi serdaneke nişkavayî serdana Rojavayê Kurdistanê û bakurê rojhilatê Sûriyê kiribû.