Mesrûr Barzanî: Niha Kurdistan ji hemû Iraqê avedantir e

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li Duhokê beşdarî Yekemîn Dîdara Ciwanan bû û gotarekê de bal kişand li ser jiyana çend aliyên ciwanên Kurdistanê û got: Kesên ku dîrokê nizanin, nikarin paşerojeke baştir ji bo xwe ava bikin.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di gotara xwe de got: “Rojên Serhildana Kurdistanê û rizgarkirina bajar û bajarokên Kurdistanê li hemû gelê Kurd pîroz dikim. Bîranîneke mezin û pîroz e ji bo rizgarbûna gelê me ji bin destê bindestiyê û qonaxeke dîrokî bû di jiyana hemû gelê Kurdistanê de. Yên beriya serhildanê li Iraqê jiyane û yên li derveyê welat koçber bûne, jiyana koçberî û koletiyê dîtine. Tê bîra min gelek caran dema em li gel heval û Pêşmergeyên xwe rûdiniştin, digotin “Xwazî em vegerin Kurdistanê û azad bijîn, bila di bin teraşekê de be jî. Hezar spas ji Xwedê re em vegeriyan Kurdistanê. Kurdistan niha azad e. Em ne di bin teraşê de ne, lê belê Kurdistan ji hemû Iraqê avedantir e.”

Bal kişande ser wê yekê, “Piştî serhildanê çend nifş çêbûn, mezin bûn, çûn zanîngeh û peymangehan. Lê ya ku niha diyar e ev e ku gelek ji van ciwanan êş nedîtine, dibe ku qîmeta vê azadiya niha nizanin, bi îzna Xwedê ew jiyana ku me dîtiye qet nebînin. Her tim bi serbilindî bijîn û ya ku divê em herdu bikin ev e ku em bi hev re bixebitin, da ku jiyanek çêtir peyda bikin.”

Serokwezîr di beşeke din a gotara xwe de got: “Yê ku bi dîroka xwe nizane nikare ji xwe re pêşerojeke baştir ava bike. Pêwîst e em hemû li dîrokê binêrin û bibînin ku me ji ku dest pê kir û gihîştin kû derê. Gelek caran pirsgirêk kêşe hebûne, pêwîst e em bizanin çavkaniya van pirsgirêkan çi ne, çima pêşiya me digirin û daxwazên me wek pêwîst nehatine cibicîkirin? Ev ne karê me yê bi tenê ye, ev karê me bi hev re ye, bila her kes li mala xwe ewê bavê wan Pêşmege bû, nexweşî û bindestê dîtiye, bîne bîra kur û keçên xwe ku çi dîtiye û niha di çi jiyane de ye.”

Her wiha got jî: “Ji bo parastina vê jiyanê divê em bi hev re bixebitin û divê dîsa vê ezmûnê biparêzin. Pêwîst e Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî derfetan bide ciwanan da ku pêşerojeke baştir ji bo xwe ava bikin.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî got: “Min gelek caran gotiye û dubare jî dikim, her takek vî welatî xwediyê Kurdistanê ye, ti aliyek siyasî nikare bêje biryarder û xwediyê vî welatî ez im û divê hûn tenê guhdarî bikin. Eger nkokiyên di navbera aliyên siyasî de ji bo bidestxistina destkeftiyên netewî be, ev pir baş e. Eger partî bibe navgînek ji bo bidestxistina armancên netewî, gelek baş e û divê em piştgirîya wê partiyê bikin. Lê eger partî bi xwe bûye pirsgirêk ji bo destkeftên netewî û bûye asteng li ber pêşketin û avadankirina welat, wê demê divê her kes xwedî helwest be.”

Da zanîn jî, “Hikûmet xizmetkarê gel e û ji gel hatiye dirust bûye û armanca wê jî xizmetkirina welatiyan e, ji ber vê yekê jî avakirina pêwendiyeke guncaw di navbera desthilatdarî û ciwanan de pêwîstiyek e ku em bizanin daxwazên xelkê çi ne, ji ber ku eger diyalogeke wiha nebe û ciwan cihê xwe di desthilatdariyê de nebînin, dê bêhêvî bibin.”

Destnîşan kir jî, “Gelek tiştên baş li Kurdistanê hatine kirin, avahiyên baş hatine çêkirin, qebareya Herêmê hatiye parastin û rêyên baş hatine çêkirin, lê pêwîst e em sal bi sal vê jêrxanê bi avakirina jêrxaneke aborî ya bihêz, bihêztir bikin, Ji bo ku em di warê ewlekarî û siyasî de bibin xwedî aramiyeke baştir.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di beşeke din a gotara xwe de got: “Asta mamosta û xwendekarên me gelek bilind û lêhatî ye, rêveberiya van zanîngeh û enstîtuyan pêwîstiya wan bi îmkanan heye, her çi qas îmkan zêdetir bin, asta çand, zanist, akademî û lêkolînê jî bilindtir dibe.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî got: “Rast e ez kurê Serok Barzanî me, lê hertim min wek xizmetkarekî li gel wî bûm, ez jê fêrî gelek tiştan bûme, lê tiştên ku min dixwest jê fêr bibim sê tişt bûn: durustî, welatparêzî û dilsozî ye. Em bi wî serbilind in û bi îzna Xwedê em ê her tiştî bikin da ku rêbaza wî bernedin.”

Her wiha got: “Di li navxweya Kurdistanê de ez heyranê nemir Barzanî ne, ne ku ew bapîrê min e, lê belê ew kesekî bû ku tevgera netewî li Kurdistanê damezrand û şoreşên wî şoreşên neteweyî bûn, navê wî li her çar parçeyên Kurdistanê tê naskirin û em şanaziyê pê dikin. Li ser asta navneteweyî de jî, ez heyranê Gandî me, ji ber ku ew yek ji wan kesan bû, li dijî zilmê rawestiya û riya azadkirina gelê xwe di wê de dît ku alîkariya dijminê xwe de neke.”