Li Meletiyê 2 caran erd hejiya

erdhej
erdhej

Navenda Nûçeyan (K24) – Li bajarê Meletiyê yê Bakurê Kurdistanê du erdhejên bi hêza 4.7 û 4.5 li ser pîvera Rîchterê rû dan.

Li gor ragihandina Serokatiya Rêvebirina Rewşa Awarte û Karesatê (AFAD), îro danê berbangê demjimêr 04:34ê li bajarokê Şîroyê yê ser bi Meletiyê ve erd bi hêza 4.7 pileyan hejiya.

Li heman bajarokî demjimêr 05:13ê erdhejeke din bi hêza 4.5 pileya rû da.

AFADê diyar kir ku, di encama her du erdhejan de ti ziyanên canî û madî nebûye.

Sibeha roja 6ê Sibata 2023an li navçeyên Pazarcix û Elbîstanê yên parêzgeha Mereşê ya Bakurê Kurdistanê 2 erdhejên bi hêza 7,7 û 7,6 rû dabûn, ji wê demê ve jî li navçeyê zêdetir ji 12 hezar paşlerze rû dane.

Ji ber erdhejan jî heta niha li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê zêdetirî 48 hezar kesî canê xwe ji dest dan, bi hezaran avahî hilweşiyan û zêdetirî 2 milyon kesan bo bajarên din koç kirin.