Welatiyên li Diyarbekirê hewla kêmkirina stresa erdhejê didin

Ji ber bandorên erdhejan û metirsiya erdhejên nû, welatiyên li Bakur ketine bin stresên giran.
kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) - Ji ber bandorên erdhejan û metirsiya erdhejên nû, welatiyên li Bakur ketine bin stresên giran. Piştî ku hewa germ bûye û rengê biharê li xwezayê diyar bûye, welatî bi malbatî li park û ciyên civakî hewla kêmkirina stresê didin.

Li Diyarbekirê park, meydan û kolanên civakî û şûnwarên dîrokî bi dîmenên rengîn ên welatiyan teşe girtine. Welatî balê dikşînin ku hîn jî tirs û metirsiya ji erdhêjan bandorên xwe didomîne, lê ew dixwazin di rojên wiha xweş de, stresa xwe û zarokên xwe kêm bikin.

Welatiyê bi navê Fîkret Ust ji K24ê re diyar kir: “Bi rastî em di vê serdemê de her bi tirs û metirsiyan dijîn. Em îro beşdarî civîna ji bo zarokan a li dibistanê bûn û piştre jî, me xwest em zarokan bînin û bigerînin da piçek bêhna wan derkeve. Em dixwazin bandorên erdhêjan ji ser xwe û zarokan kêm bikin, bi taybetî zarok nikarin rakevin. Em jî ditirsin, lê em hewl didin hem stres û tirsa xwe kêm bikin, hem jî bi vî rengî  tirsa zarokan bidin jibîrkirin.”

Welatî balê dikşînin ku ji ber malên wan xesar dîtine, her roj ji bo wan  bi metirsî û stresê derbas dibe, lê ji aliyekî ve jî divê jiyana xwe berdewam bikin.

Remzî Kayar ji K24ê re diyar kir: “Mala me xesara mezin dîtî ye û niha em li mala nasekî xwe dimînin. Ev jî her li ser me stresê çê dike. Îro jî hewa piçek xweş bû, me  xwest em bi zarokan re der bikevin da ku ji wê stresê dûr bikevin. Lê bi rastî em di kêliyên gelek zehmet de derbas dibin. Em hewl didin ku vê serdemê bi kêmanî zirar derbas bikin.

Welatiyê bi navê Serdar Bayram jî got:  “Mala me xesar dîtiye û em bitirsin li malê dimînin. Me xwest ku em werin hinek wan mijulîyên mêjiyên xwe belav bikin, hinek wan stresan jibîr bikin. Lê di dawiyê de, ji mecbûrî emê dîsa vegerin malê”

Li Diyarbekirê ji ber stresa erdhêjê ku hem wext pêvajoya hilbijartinan jî li Tirkiyê û Bakur heye, welatiyan xwe berdane ciyên civakî û parkan da ku wan stresan ji ser xwe biavêjin û bêhna xwe derbixin. Hem park, hem jî ciyên dîrokî bi welatiyan şên bûne.