Keşnasiya Herêma Kurdistanê derbarê baranê de hişyariyê dide

Rêveberiya Keşnasî û Erdhejê ya Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de ragihand, roja Çarşemê 15ê Adarê, pêleke barîna baranê temamê navçeyên Herêma Kurdistanê digre.

Hewlêr (K24) – Rêveberiya Keşnasî û Erdhejê ya Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de ragihand, roja Çarşemê 15ê Adarê, pêleke barîna baranê temamê navçeyên Herêma Kurdistanê digre.

Di daxuyaniya Rêveberiya Keşnasî û Erdhejê de hat diyarkirin, di bandora vê pêla barîna baranê de, herî zêde baran li sînorê parêzgeha Duhokê û deverên çiyayî û qeza û nahiyên parêzgehê bibare.

Herwiha hişyarî da ku di dema barîna baranê de pêşbîniya wê yekê dikin ku asta avê bilind bibe.

Hat ragihandin ku bandora vê pêla baranê, dê heta roja Pêncşemê 16ê Adarê bidome û baran li navçeyên cuda cuda bi rêjeya kêmtir dê bibare, tevî hatina hewaya sar ku pileyên germahiyê heta 4-6 pile nizm bibe û egera barîna zîpikan jî heye, di demên êvarê de jî bandora pêla baranê bi dawî dibe.