AFAD: Heta niha nêzîkî 17 hezar paşlerze çêbûn

Serokatiya Rêvebirina Rewşa Bilez û Karesatan a Tirkiyê (AFAD) ragihand, piştî erdhejên 6ê Sibatê ku navenda wê parêzgeha Mereşê bû, heta niha nêzîkî 17 hezar paşlerze qewimîne.

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokatiya Rêvebirina Rewşa Bilez û Karesatan a Tirkiyê (AFAD) ragihand, piştî erdhejên 6ê Sibatê ku navenda wê parêzgeha Mereşê bû, heta niha nêzîkî 17 hezar paşlerze qewimîne.

AFADê li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand, piştî erdhejên 6ê Sibata 2023an ên li navçeyên Pazarcik û Elbîstanê, heta îro 13ê Adarê, nêzîkî 17 hezar erdhej rûdane.

Di daxuyaniyê de hat eşkerekirin: “Erdhejên li herêmê, ji aliyê Serokatiya AFADê ve, 7 roj 24 demjimêr tê şopandin.”

Roja 6ê Sibata 2023an, li navçeyên Pazarcik û Elbîstanê yên ser bi parêzgeha Mereşê ya Bakurê Kurdistanê, bi hêza 7.7 û 7.6 pile, du erdhejên mezin rûdan û li gor amarên fermî, zêdetirî 48 hezar kesan canê xwe ji dest dan.