Li Meletiyê bi hêza 3.9 pileyan erd hejiya

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokatiya Rêvebirina Rewşa Awarte û Karesatê (AFAD) ragihand, li navçeya Battalgaziya Meletiyê bi hêza 3.9 pileyan erd hejiya.

AFADê diyar kir, erdheja ku di demjimêr 5.27an da hatiye tomarkirin, 11.51 kîlometro di bin erdê da pêk hatiye.

Ev yek di demekê de ye, duhî 13ê Adara 2023an jî, du erdhejên bi hêza 4.7 û 4.5 li ser pîvera Rîchterê li bajarê Meletiyê rû dabûn.

Li gorî AFADê, piştî erdhejên 6ê Sibatê ku navenda wê parêzgeha Mereşê bû, heta niha nêzîkî 17 hezar paşlerze qewimîne.

Roja 6ê Sibata 2023an, li navçeyên Pazarcik û Elbîstanê yên ser bi parêzgeha Mereşê ya Bakurê Kurdistanê, bi hêza 7.7 û 7.6 pile, du erdhejên mezin rûdan û li gor amarên fermî, zêdetirî 48 hezar kesan canê xwe ji dest dan.