Mesrûr Barzanî: Niyazpakiya Sûdanî ji bo vegerandina baweriyê girîng e

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di twîtekê de bixêrharina Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî kir û ragihand: “Niyazpakiya Sûdanî ji bo vegerandina baweriyê girîng e.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî li hejmara xwe ya tora civakî “Twitter” nivîsî: “Ez bi xêrhatina Mihemed Şiya Sûdanî dikin, di yekem serdana wî ya fermî bo Kurdistanê de.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî ragihand jî, niyazpakiriya Sûdanî ji bo vegerandina baweriyê girîng e. Pesendkirina yasaya budceya federal û pêşkeftina di babeta enerjiyê de, bingeha pêwendiyeke nû ya bihêz e.

Got jî: “Bila em li ser vê bingehê kar ji bo çareserkirina pirsgirêkan bikin.”

Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî îro 14ê Adara 2023an bi riya Firokxaneya Hewlêrê re gihîşt Herêma Kurdistanê û ji aliyê Serokwezîr Mesrûr Barzanî ve hat pêşwazîkirin.